Wezareta Navxweyî bi mijara Sînordarkirina Derketina Derve di 23yê Nîsanê Roja Serweriya Neteweyî û Cejna Zarokan de, ji walîtiyên 81 wîlayetan re giştname şand.
Li gorî giştnameyê ji ber ku 23yê Nîsanê tatîla fermî ye, dê sînordarkirina derketina derve vê hefteyê ji 22yê nîsanê roja pêncşembê ji saet 19.00ê destpê bike.
Sînordarkirina derketina derve ya ku dê rojên în, şembî, û yekşembê bidome, dê 26ê nîsanê roja duşembê saet 05.00ê biqede.
Tedbîrên dawiya hefteyê yên weke vekirîbûna market, qesab, mêwefiroş û çerezfiroşan û sînordarbûna seyahetê dê 23yê nîsanê jî derbadar bin.
AA