Sînordarkirina derketina derve ya ku dê 3 rojan bidome

Di maweya sînordarkirina derketina derve de ya li gorî giştnameyên Wezareta Navxweyî yên ku pêştir hatibûn derxistin, ji bo welatî li xwe neheyirin û melzemeyên pêdawistiyên sereke bidest bixin, hemî cure tedbîr hatin sitendin.

Sînordarkirina derketina derve ya ku dê 3 rojan bidome

 Di çarçoveya têkoşana dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19ê) de sînordarkirina derketina derve ya ku dê 4ê çileya 2021an roja yekşembê saet 05.00an biqede, ji saet 21.00'w vw destpê kir.

Di maweya sînordarkirina derketina derve de ya li gorî giştnameyên Wezareta Navxweyî yên ku pêştir hatibûn derxistin, ji bo welatî li xwe neheyirin û melzemeyên pêdawistiyên sereke bidest bixin, hemî cure tedbîr hatin sitendin.

Li gorî vê dê market, firoşgeh, mêwefiroş, goştfiroş û êmîşfiroş dê rojên, în, şemî û yekşembê saet ji 10.00 heta 17.00an vekirîbin. Dîsan di heman pêvajoyê de market û firoşgeh dê karibin siparişan bistînin û tesşîm bikin.

Kargehên weke xwaringeh/restoran, pastexane, şêranîfiroş îro heta saet 00.00ê dê tenê karibin weke pakêt servîsê bixebitin. Ev kargeh dê rojên în, şemî û yekşembê saet ji 10.00 heta 00.00an dê weke pakêt servîs bixebitin.

Rojên, în, şemî û yekşembê kargehên ruxsetdar ên weke firin û hevîremenîfiroşên ku îmalata nan dikin digel bayiyê wan ên tenê na difiroşin, dikarin vekirî bin. Fîrmayên siparişên online jî di pêvajoya sînordarkirinê de saet ji 10.00 heta 00.00an dikarin siparişan teslîm bikin.

Welatî di pêvajoya sînordarkirina derketina derve de dê bikaribin biçin market, firoşgeh, mêwefiroş, goştfiroş, Êmîşfiroş û firinên herî nêzîk ên îqametgehên xwe.

Di pêvajoya sînordarkirina derketina derve de masîfiroş û dezgehên masiyan jî saet dê ji 10.00 heta 17.00an vekirîbin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE