Sînordarkirina derketina derve ya li 15 wîlayetan qediya

Sînordarkirina derketina derve ya ku di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê de li 15 wîlayetan hatibû ragihandin qediya.

Sînordarkirina derketina derve ya li 15 wîlayetan qediya

Sînordarkirina derketina derve ya ku di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê de, Wezareta Navxweyî li 14 wîlayetên mezin û Zonguldakê hatibû ragihandin qediya.

Bi giştnameya Wezareta Navxweyî jibilî îstisnayan li 14 wîlayetên mezin Enqere, Balikesîr, Bûrsa, Eskîşehir, Gazientab, Stenbol, Îzmir, Qeyserî, Kocaelî, Konya, Manîsa, Sakarya, Samsun û Wanê digel Zonguldakê dawiya hefteyê derketina derve hatibû sînordarkirin.

Herwiha digel rakirina sînordarkirina derketina derve, ketin û derketina wîlayetên navborî ku maweyeke hebû ji nîvê şevê şûn de hat rakirin.

Di çarçoveya giştnameyê de bi merca pabendiya rênimayan, welatî dê bi karin bo derveyî bajêr hatûçûnê bikin. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE