Sohbeta Erdoğan a bi pîrejinekê re di medyaya civakî de gelekî hat temaşekirin. Pîrejinê di cama erebê de bi Serok Erdoğan re xeber da, erdoğan jî bi gotinên wê yên jidil kêfxweş bû.
Serok Recep Tayyip Erdoğan beriya hevdîtina bi Serokê Konseya Federasyona Rûsyê re, dema ku diçû Koşka Wahdettîn, welatî hatin ser rê, wan pêşwaziya Serok kir.
Dîmen, Serokê Ragihandinê yê Serokatiyê Fahrettin Altun li ser medyaya civakî belav kirin. Tê de pîrejinek ji Serok re dibêje “lawê min” û diçe destê Erdoğan da ku maçî bike. Hezkirin û jidilbûna jinikê bi zelalî xuya dike.
Pîrejina ku serê xwe dixe cama erebeya Serok, li ser pirsa “tu yê dengê xwe bidî kê” dibêje: ”Xwedê mezin e.”
Serok Erdoğan jî li ser vê bersivê bi ken dibêje: “Hayloo”. Pîredayik destê Erdoğan maçî dike û dibêje “Heta niha dengê min diyar e, peyam jî tê, ji kû derê te?”
Teyzem ser veriyor, sır vermiyor ???? pic.twitter.com/kk6uwO7OFZ
— Fahrettin Altun (@fahrettinaltun) 18 Mayıs 2019
Li ser van peyvên jidil vê carê jî Serok Erdoğan destê pîredayikê radimûse.
Serokê Ragihandinê yê Serokatiyê Altun ev dîmen wisa weşandin: “Xaltîka min ser dide, sir nade.”
Ev dîmen di medyaya civakî de gelekî hat ecibandin.