Akademîsyenê Zanîngeha Firata Elazığê, cihazên xwemalî çêdikin. Bi saya xebatên lêkolîn û pêşvebirinê akedemîsyanan li teknokentê cîhaza tam otomatîk a solar sîmulatorê çêkirin.
Cihaza tam otomatîk a solar sîmulatorê cara ewil li Turkiyeyê hat çêkirin.
Akademîsyenên Zanîngeha Firatê li ser cihazên solar sîmulatorê xebitîn.
Piştî xebateke 3 salan akademîsyanan cîhaz kirin tam otomatîk.
“Em cihazên pêşketî çêdikin û difroşin derwelêt. Ev cihaza ku me çêkir li dinyayê tenê li çend welatan tê çêkirin. Lê ev cihaza ku me çêkir tam otomatîk e û ji cihazên din gelek pêşketîtir e.”
Personelên TEKNOKENTa Zanîngeha Firatê li Emerîka û Turkiyeyê patenta vê cihazê jî girtine.
Bi vê cihazê li cihên girtî tîrejên tavê tên çêkirin û panel û pîlên ku bi enerjiya tavê dixebitin tên ceribandin.