Solên reşik ku zemanê berê bav û kalan, dayik û pîrikan dixistin piyê xwe bi motîf û xemlên zemanê berê dîsa tên çêkirin. Hosteyên wanî niha bazirganiya reşikan dikin. Nav û dengê reşikan heya ewropa û emerîkayê jî belav bûye.
Bi sedan salan bav û kalên me bi solên reşik çûn û hatin.
Heya sed sal berê jî ji nav gel kêm nebûbû, lê her ku wext çû solên reşik hêdî hêdî winda dibûn.
25 sal berê hosteyê solan, goşkar Mecit Emen dîsa berê xwe da çêkirina solên REŞIK.
Goşkarê jêhatî ji mûyê bizinan solan çêdike û bi hiriyê jî li ser solên reşik motîfên zemanê berê dixemilîne.
Bi saya xîreta hosteyê jêhatî nav û dengê reşikan heya Ewropa û Emerîkayê jî belav bûye.
Gelek kes ji derwelêt û çaraliyên welêt, sîparîşên reşikan didin.
Goşkar Mecit Emen dibêje ev êdî çandeke bav û kalan e divê neyê jibîrkirin.