Koça sorewîlkan dest pê kir. Sorewîlkên ku her sal van çaxan tên ber behra Wanê, îsal jî hatin. Flamîngo wê heta dawiya meha îlonê li wanê bin.
Her sal meha Hazîran û Tîrmehê ji Îranê tên aliyê Wanê.
Koça sorewîlkan a îsal jî dest pê kir.
Li Erdîşa Wanê, ber behrê tijî sorewîlk yanî Flamîngo ne.
Wê heta dawiya meha Îlanê li vir bin.
Wênekeş ji bo dîmen bikşînin, welatî jî ji bo sorewîlkan temaşe bikin, diçin Gola Wanê.