Îsotên ku li ser xeta sînor hatine çandin emanetê jinan in

Di çarçoveya projeya "Jinên Akça Berhem tînin" de ku bi mebesta zêdekirina îstixdama jinan tên ajotin, biryar hat dayîn ku di nava erda bi qasî 250 donimî de ku ji hinek saziyan hat temînkirin, îsot bên çandin.

Îsotên ku li ser xeta sînor hatine çandin emanetê jinan in

Bi projeyeke Şaredariya Akçakaleya navçeya Şanliurfayê, dê jin li nav erdên îsot li wan çandî, bixebitin.

Di çarçoveya projeya "Jinên Akça Berhem tînin" de ku bi mebesta zêdekirina îstixdama jinan tên ajotin, biryar hat dayîn ku di nava erda bi qasî 250 donimî de ku ji hinek saziyan hat temînkirin, îsot bên çandin.

Di vê çarçoveyê de 100 jinên ku havînan weke karkerên demsalî diçûn bajarên cur bi cur, şitlên îsotan li ser sînorê Sûriyeyê çandin.

Dê jin heta çinînê di her astê de bixebitin û bi dahata wê ji xwe re dahatê qezenc bikin.

Şaredarê Akçakaleyê Mehmet Yaliçinkaya anî ziman ku bi mebesta kêmkirina bêkarî û zêdekirina îstixdamê li navçeyê projeyên cur bi cur danîne.

 "Em çaverêya hezar ton îsotî ne" 

Yalçinkaya destnîşan kir ku di encama komele danûstaneke digel hinek saziyan de li ser 250 donim erd, 100 jinan dest bi berhemanîna îsotan kirine û wiha pê de çû:

"Îsotên ku li vêderê tên çandin dê ji aliyê jinan ve bên hişkkirin û pişt re bên pakêtkirin û derkevin bazarê. Em çaverêya çinîna nêzîka hezar ton îsotî ne."

"Ez xerciya xwe ya xwendinê pê derdixim"

Xwendekara beşa Perwerdeya Bedenê ya Zanîngeha Teknîkî ya Erzurumê Esra Kurtgozu ji bo projeya navborî spasiya Yalçinkaya kir.

Kurtgozuyê anî ziman ku jin û xwendekar bi xebata di vî karî de di warê dahatê dibin piştevanê malbata xwe û got, "Ez xerciya xwe ya xwendinê pê derdixim. Ji bo vê ez vî karî dikim. Spasiya hemî kesên ku keda wan ketiyê dikim."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE