"Soyer îcazeta namzediyê ji Qendîlê hildaye"

Serokê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo Tunç Soyer got: "Ev namzed yê CHPyê nîne, namzedê Kiliçdaroglu ye. Îcazeta namzediyê ne ji Îzmirê ji Qendîlê hildaye."

"Soyer îcazeta namzediyê ji Qendîlê hildaye"

Serokê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Îzmirê xîtabî gel dike.

Ji axaftina Serok Erdogan hin sernavên derketin pêş ev in:

"Yên ji bo Îzmirê yek xizmetek wan jî tune, bi salane vî bajarî bi hin tirs û nirxên diyarkirî va îstismar kirin.

Ji ber ku Kiliçdaroglu tenê ji bo rantê li Îzmirê dinhêre, loma di kêliya dawîn da namzedê Bucayê yê CHPyê guherand.

Hevserokê partiya di bin emrê rêxistina cudakar da ye bi eşkere got,'Mansur Yavaş jî Ekrem Îmamoglu jî yê li Îzmirê jî wê bizanibin ew bi rayên HDPyê hatine hilbijartin' û adeta meydan xwend.

(Tunç Soyer) Ev namzed yê CHPyê nîne, namzedê Kiliçdaroglu ye. Îcazeta namzediyê ne ji Îzmirê ji Qendîlê hildaye.

Li welatê min herêmeke bi navê Kurdistan tune. Ey Sezaî heke tu dixwazî li Kurdistanê bijî, li bakurê Iraqê heye, bicehime here wir, li wir bijî.

(Îzmir) Bi salan e li vî bajarê ku bi rê va dibin tu pirsgirêk çareser nekirine û bi awayekî baş û qenc sûd ji veberhênanên ku bi destê hikûmetê hatine kirin, negirtine.

Bi salan e Ataturk îstismar kirin, gelo we qet qasî serê derziyê dît ku vana ji bo wasiyeta Ataturk a derxistina radeya medeniyeta muasir a Tirkiyeyê piştgirî da?

Weke li Îzmir û gelek cihên din xêra tifaqeke ku 'ne diyar e bê ka kê piştgiriyê didê' ji welêt ra heye?

Li Îzmirê namzedên me yên bajarê mezin, navçeyan diyar in. Em ji miletê xwe tiştekî venaşêrin. Em gotinên xwe bi zimanê çivîkê bi sufloran nabêjin, em eşkere dibêjin. Digel vê li aliyê dinê çi çiye, ne diyar e."

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Adar 2019, 15:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE