Soylu: Bi behaneya wargehê li 24 bajaran 2243 kes beşdarî çalakiyan bûn, ji van 310 kes xwendekar in

Wezîrê Karên Navxweyî li Navenda Moral û Perwerdeya Polêsan a Dîdîmê di bernameya vekirinê ya Kursa Mizakereyê ya Bûyerên Civakî da axivî.

Soylu: Bi behaneya wargehê li 24 bajaran 2243 kes beşdarî çalakiyan bûn, ji van 310 kes xwendekar in

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu diyar kir, li Tirkiyeyê di demên dawîn da bi behaneya ku di wargehan da cih tuneye li 24 bajaran çalakî hatin lidarxistin. 2 hezar û 243 kes beşdarî van çalakiyan bûn û ji van tenê 310 xwendekar in û hema bêje nêzî temamê van xwendekaran seba wargehê serlêdan nekiriye.

Wezîrê Karên Navxweyî li Navenda Moral û Perwerdeya Polêsan a Dîdîmê di bernameya vekirinê ya Kursa Mizakereyê ya Bûyerên Civakî da axivî.

Soylu der barê çalakiyên ku bi behaneya wargehan tên li darxistin da axivî û wiha got, "Li Tirkiyeyê di demên dawîn da bi behaneya ku di wargehan da cih tuneye li 24 bajaran çalakî hatin lidarxistin. 2 hezar û 243 kes beşdarî van çalakiyan bûn û ji van tenê 310 xwendekar in û hema bêje nêzî temamê van xwendekaran seba wargehê serlêdan nekiriye. Li gor tesbîtê ev nêzî grubên marjînal ên çepgir in. Li gor tesbîtên ji wan 6 jê endamê PKK/KCK, 6 jê endanmê MLKPyê, 5 jê endamê TKKKOyê, 2 jê endamê TKP Kivilcimê, yek jê endamê FETO/PDYyê, yek jê endamê TKÎPyê, yek jê endamê DKPyê, 4 jê jî endamê LGBTÎya ku ji min pir hez dike ne."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE