Rêxistina terorî vê carê jî êriş da ser gundiyan. Li navçeya Kulpa Diyarbakirê dema wesaîda gundiyên daran kom dikin derbas dibû teqemeniya bi destan hatiye çêkirin hat înfilaqkirin. di êrişa xayîn de 7 kes şehîd bûn, 10 kes birîndar bûn.
Rêxistina terorî PKKê rûyê xwe yê xayîn dîsa nîşan da. Li navçeya Kulpê ya Diyarbekirê, li gundê Ağaçkorurê dema wesaîda gundiyên daran kom dikin derbas dibû teqemeniya bi destan hatiye çêkirin hat înfilaqkirin. di êrişa xayîn de 7 kes şehîd bûn, 10 kes birîndar bûn.
Gelek xebatkarên tenduristiyê û ewlekariyê demildest sewqî cihê teqînê hatin kirin.
Birîndar anîn nexweşxaneyên li Diyarbekir û Kulpê.
Wezîrê Karên Navxweyî Süleyman Soylu li nexweşxaneyê çû serdana birîndaran. Serok Erdoğan jî li Waliyê Diyarbekirê geriya û derheqê bûyerê de jê agahî standin.