Soylu mizgîniya polîs û notirvanan da

“Dê 15 hezar polîs û 8 hezar bekçî werin girtin”

Soylu mizgîniya polîs û notirvanan da

“Dê 15 hezar polîs û 8 hezar bekçî werin girtin.” Ev daxuyanî ji wezîrê karên navxweyî süleyman soylu hat. Her wiha midûriya giştî ya ewlekariyê jî danezana girtinê li ser malpera xwe ya fermî weşand.

Dê ewil notirvanyanî Bekçî werin girtin, dûvre jî polîs…

Wezîr Soylu:”Me 10 hezar girtin, me 10 hezarên din girtin, niha jî em 8 hezarên din distînin. Bi vî awayî hejmar dibe 28 hezar.”

Mizgînî Wezîrê Karên Navxweyî Süleyman Soylu da. Dê 8 hezar zêrevanên din ên sûk û taxan werin girtin.

Piştî daxuyaniya Wezîr Soylu Midûriya Giştî ya Ewlekariyê bi daxuyaniya fermî îlan da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kesên lîse û dibistanên wekî wê xelas kirine dikarin serî lê bidin.

Zêrevan dê li 81 bajaran werin peywirdarkirin. Ji bo serlêdanê dê şert û kontenjanên bajaran jî paşê werin eşkerekirin.

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu eşkere kir ku piştî girtina notirvanan wê ji bo wergirtina 15 hezar polîsan jî îlan were dayîn.

Wezîr Soylu:”Em 15 hezar polîsên din jî digirin. Ez cara ewil li vê derê eşkere dikim. Em ê 5 hezarê wan bidin Stenbolê.”

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2019, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE