Sporvanên neteweyî perwerde dikin

Polîsên Hêzên Taybet şampiyonên sporê perwerde dikin

Sporvanên neteweyî perwerde dikin

Polîsên hêzên taybet ên li Colemêrgê him li ser wezfîya xwe ne him jî ciwanên colemêrgî hînî sporê dikin. Sporvanên ku bi alîkariya polîsan hînî sporên cur bi cur dibin, niha him li dinyayê him jî li tirkiyê dibin şampiyon.

Li aliyekê di nav berf û sermayê de li ser wezîfeya xwe ne û li aliyê din sporvanên neteweyî perwerde dikin.

“Ji xeynî wezîfeya xwe em ji bo ciwanên xwe jî dixebitin. Hevalên me bi 7 cure sporan zarokan perwerde dikin. Em ji bo olîmpiyatên sala 2020an a Tokyoyê jî haziriya xwe didomînin. Sporvanên me yên ciwan li cihanê jî serkeftî ne. Gizemnûr jî di warê Muay Thaiyê de bû sêyemîna cihanê. Ji bo sporvanên me bi ser kevin em ê xebatên xwe bidomînin.”

Polîsên ji Hezên Taybet ên Colemêrgê di 7 cure sporan de 541 ji wan bi lîsans bi temamî hezar û sed ciwanî perwerde dikin.

Ciwanên Colemêrgê jî jêhatî ne û gelek ji wan tevî tîma neteweyî ya Tirkiyê bûne. Her wiha di pêşbaziyên navdewletî de dibin şampiyon.

Sporvanên Ciwan jî hewleke mezin didin û dixwazin ev alîkariya polîsan dewam bike.

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE