Li Arabana Gaziantepê, sîr pir meşhûr in. Bi tehm û kalîteya xwe, li çar aliyên welêt û derwelêt tê zanîn. Qeymeqamî û Midûriyeta Çandiniya Bajêr, serî li pantenta sîr dan û belgeya herêmî ya tescîlê girtin.
Gaziantep li çar aliyên dinê, bi xwarinên xwe yên xweş meşhûr e. Xwarinên bitehm, bi sîrên navdar ên Arabana Gaziantepê tên çêkirin.
Qeymeqamî û Rêvebiriya Odeya Ziraetê ya Arabanê, serî li tescîlkirina cografî ya sîrê Arabanê da.
Saziya Patent û Markayan a Tirkiyê jî, piştî lêkolîn û ceribandinan belgeya tescîlkirinê da Arabanê.
Sîrên bi tehm û kalîte wê êdî li ser navê Arabana Gaziantepê bên zanîn.