Sûr wê bibe navenda turîzmê

Sûra ku terorîstan xirab kiribû bi saya xebatan wê bibe navenda turîzmê...

Sûr wê bibe navenda turîzmê

Li Sûra navçeya Diyarbekirê ya ku terorîstên PKKyî 7 sal berê bi êrîşan va zirar dabûnê bi xebatên nûkirinê va guherîneke mezin çêdibe.

Ji bo navçeya ku lê xendek hatin kolandin, êrîşên bibombe lê hatin kirin car din bibe cihekî xweş û geş Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê, Midûriyeta Giştî ya Weqfan û saziyên din ên bi mijarê ra eleqedar in xebatan dikin.

Li 6 taxên Sûrê yên di êrîşên terorîstan da zirar dîtin avahî, kargeh, berhemên dîrokî hatin restorekirin, qadên hêşîn hatin zêdekirin.

- Li du taxên avahiyên wan hatin teslîmkirin da jiyan dewam dike

Li taxên Dabanoglu û Ozdemirê (Fatihpaşa) welatiyên avahiyên wan hatin teslîmkirin li malên xwe yên nû dijîn.

Kolanên herî navdar ên Sûrê li Gazî, Melîk Ahmet û Îzzetpaşayê û Çarşiya Şewitî xebatên nûkirinê temam bûn.

Bi van xebatan va rûyê 550 kargehan hat nûkirin, ev 3 kolan dîsa bûn cihên geş û xweş.

Li Sûrê çêkirina 10 otelên butîk yên ku lê 268 cih û nivîn wê lê hebin jî dewam dikin, esnaf ji bo ku li van deran xizmetê bikin amadehiyên xwe didomînin.

- "Hem dibe cihê jiyanê û hem jî dibe cihê turîzmê"

Cigirê Şaredar û Qaymeqamê Sûrê Abdullah Çîftçî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand terorîstên PKKyî 7 sal berê bi êrîşan va zirar dan 6 taxên Sûrê, lê bi saya xebatên dewletê li van taxên ku 20 hezar însan lê dijîn xebatên nûkirinê hatin kirin.

Çîftçî got xebat dewam dikin û wiha axivî: "Bi awayê 'qonaxên Diyarbekirê' 506 avahiyên misteqîl temam bûn. Ji van 304 jê bo xwediyên wan hatin radestkirin. Xebata radestkirina yên mayîn jî didome. 127 kargeh hatin çêkirin. Navendeke nû ya cazîbeyê hat avakirin ku Kolana Yenîkapiyê û Mînareya Çarpê bi hev va girê dide û ji 67 kargehan pêk tê. Armanc ew e ku dikan di meha gulanê da bên vekirin."

Çiftçi diyar kir, xebatên restorasyonê yên 347 avahiyên tescîlkirî yên ku qismen zirar dîtine didomin û wiha got, "Bi temambûna restorasyonê va ev der dê bibe 'giraveke taybet a turîzmê' ku ji avahiyên li gorî mîmariya bajêr û malên Diyarbekirê berê pêk tê."

Çiftçi wiha dewam kir, "Welatiyên me ji malên xwe yên nû pir kêfxweş in. Hemû avahiyên misteqîl in. Hewşa hemûyan heye, çanda Diyarbekirê nîşan didin."

Welatî Saliha Kulumana ku li Sûrê di mala xwe ya nû da bi cih bû, diyar kir ku li navçeyê ji ber bûyerên qewimî, welatî perîşan bûn.

Kulumanê wiha xeberda, "Xwedê ji dewleta me razî be, malên me çêkirin. Di malên nû da em rihettir in. Malên me bi terzê vîlla ne û xaza siruştî jî tê da heye. Xwedê ji wan razî be. Cîranên me yên berê jî tên. Vêga 10 mal hatine. Piştî eydê cîranên din jî dê werin. Piştî cîranên me werin, em ê vegerin rojên xwe yên berê."

Kamil Diri jî bal kişand ku ew digel cîranan di hewşa mala nû da rûdinên û sohbet dikin û wiha dewam kir, "Ez li Sûrê hatim dinê û mezin bûm. Ji ber bûyerên terorê mal û kargehên me zirar dîtin. Min mala me ya nû eciband. Xwedê ji wan razî be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE