Sûra navçeya Diyarbekirê dîsa şên bû

Li Sûra navçeya Diyarbekirê gelek ciyên ku ji hêla terorîstên PKKyî va hatibû tehrîbkirin carek din hatin avakirin û hema bêje navçe ji nû va şên bû

Sûra navçeya Diyarbekirê dîsa şên bû

Li Sûra navçeya Diyarbekirê gelek ciyên ku ji hêla terorîstên PKKyî va hatibû tehrîbkirin carek din hatin avakirin û hema bêje navçe ji nû va şên bû.

Operasyona li Sûr a navçeya Diyarbekirê ku di 28ê Mijdara 2015an dest pê kiribû bi qasî 103 rojan dewam kiribû.

Navçeya Sûrê bi xebatên ku dewletê nêzî 2 milyar lire jê ra cihê kiribû va ji nû va hat avakirin.

Sûrên Diyarbekirê yên ku di Lîsteya Mîrata Çandê ya Dinyayê ya UNESCOyê da cî digirin di dema operasyonên dijî terorê da zirar dîtibûn. 

Ji ber êrîşên terorê li navçeya navendî ya Sûrê gelek mizgeft, dêr, xanî û pir bi tevahî qasî 612 berhemên çandi zirar dîtibûn. Ji van gelek berhem bi saya projeyên dewletê ji nû va hatin çêkirin.

Ji ber êrîşên terorê ji 7 mektebên cuda qasî hezar xwendekar neçûn mektebên xwe û ji perwerdeyê man.

Ji ber êrîşan ji taxan 4 hezar û 500 malbatî malên xwe terikandin.

Dewletê piştî herêm ji endamên rêxistina terorê hatin paqijkirin 63 hektar erd "ciyên ku wek ji terorê zirar dîtine" îlan kir û alîkarî da welatiyan.

Midûriyeta Giştî ya Weqfan wê çaxê kîreya dikanên 582 esnafan zêde nekir û deynê wan ê di navbera mijdara di sala 2015an û nîsana 2016an de efû kirin.

TOKÎyê ji bo mexdûran li mewkîya Çolguzelî û Uçkuyuyê 5 hezar û 637 avahî înşa kirin.

Di çarçoveya "Projeya Başkirina Kuçeyan" da xebatên tezekirina Gazî, Melîk Ehmed û Îzetpaşaya kolanên Sûrîçiyê hatin temamkirin.

Qada 115 dolimî ya li dora Mizgefta Hezretî Silêman ji xaniyên bêpergal hatin paqijkirin.

Bi projeyê der û dora 550 dikanî hat tezekirin bi saya vê 3 kolanên ji bo tûrîzm û bazirganiyê girîng in dîsa balê dikişînin.

Li qada 33 dolimî ya li hemberî Pireya Dehderî ya ku Girê Qirxlarê jî lê ye bi "Projeya Qada Rekreasyona Geliyê Dîcleyê" gihîşte rasta kesk.

Baxçeyê milet ê li bintara Sûrê bi 24 milyon lireyî dest bi avakirina wê kirin jî ew ê hetanî dawiya vê mehê were temamkirin û bi vî awayî qada kesk a li Diyarbekirê ew ê bibe 150 dolim.

Hêzên ewlekariyê di operasyona dijî rêxistina terorê ya li Sûrê da 300 terorîst berteref kiribûn, gelek sîlah, roketavêj, teqemeniyên bi destan hatine çêkirin û bombeyên destan girtibûn, piştî operasyonê ser 206 hekekan girtibûn û 365 pergalên bombeyan îmhe kiribûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Adar 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE