"Îsraîl herêmê ber bi pevçûna dinî va dibe"

Serokatiya Dewletê ya Filistînê hişyarî da û got Îsraîl herêmê ber bi pevçûna dinî va dibe

"Îsraîl herêmê ber bi pevçûna dinî va dibe"

 Serokatiya Dewletê ya Filistînê hişyarî da û got Îsraîl li hemberî nirxên pîroz û gelê Filistînê îxlalan dike, herêmê ber bi pevçûna dinî va dibe.

Di daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Dewletê da wiha hat gotin: "Îxlalên li hemberî nirxên pîroz ên gelê me, Misilmanan û Xrîstyanan tên kirin, nedana pereyên ji bo malbatên Filistîniyên şehîd ketine û girtîne dihat dayîn biryarên nijadî ne, ev hemû binpêkirina peymanên di navbera aliyan da hatine îmzekirin û hiqûqa navneteweyî ne."

Di daxuyaniyê da tevgerên li hemberî Mescîda Eqsayê yên di demên dawîn da hat şermezarkirin û hat gotin Îsraîl herêmê ber bi pevçûna dinî va dibe, heke wiha biçe bûyerên nebaş wê çêbibin.

Polêsên Îsraîlê roja duşemê deriyê Mescîda Eqsayê gitibûn. Li ser vê komeke Filistîniyan li Mescîda Eqsayê kom bûbû û deriyê hatibû zincîrkirin şikênandibûn.

Polêsan ji komê hin kes binçav kiribûn û deriyên Herema Şerîf ji bo demekê girtîbûn.

Mescîda Eqsayê ya li Qudsa Rojhilat qibleya ewil a Misilmanan e.AA

Dîroka nûkirinê: 20 Çile 2019, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE