Îsraîlê li Qudsa Rojhilat a dagîrkirî Filistîniyekî 16 salî kuşt

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hat îfadekirin ku 2 kesan bi molotofê êrîş li dijî xala teftîşê ya artêşê lidar xistiy û di encma teqeyê de ji herdu kesan yekî canê xwe ji dest daye û yek jî reviyaye.

Îsraîlê li Qudsa Rojhilat a dagîrkirî Filistîniyekî 16 salî kuşt

Eskerên Îsraîlê li taxa Ebî Dîs a Qudsa Rojhilat a dagîrkirî, bi îdiaya ku molotof avêtiye xaleke artêşê, li Filistîniyekî 16 salî reşandin û ew kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, ciwanê Filistînî yê bi navê Yamîn Caffal (16) li taxa Ebî Dîs a Qudsa Rojhilat a dagîrkirî, di encama gulebarîna artêşê Îsraîlê de canê xwe ji dest da.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hat îfadekirin ku 2 kesan bi molotofê êrîş li dijî xala teftîşê ya artêşê lidar xistiy û di encma teqeyê de ji herdu kesan yekî canê xwe ji dest daye û yek jî reviyaye.

Ji aliyekî din ve li ser medyaya civakî dîmenên wê yekê hatin belavkirin ku polîsên Îsraîlê li taxa Ebû Dîsê xaza rondikrêj bikar tînin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE