Şûraya Bilind a Eskerî civiya

Civîna Şûraya Bilind a Eskerî bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê tê kirin

Şûraya Bilind a Eskerî civiya

Civîna Şûraya Bilind a Eskerî (YAŞ) li Kuliyeya Serokomariyê di saet 12.15an da dest pê kir.

Endamên Şûrayê yên bi serokatiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî ziyareta Anitkabîrê hatin Kuliyeya Serokomariyê.

Şûraya Bilind a Eskerî bi serokatiya Serokomar Erdogan ji çapemeniyê ra girtî civiya.

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Wezîrê Parastinê Hulusî Akar, Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul,  Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk, Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Umit Dundar, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal û Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz jî di civînê da amade bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE