Civîna Şûraya Bilind a Eskerî dê îro bi serokatiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan were kirin.
Li gorî bernameya ku ji hêla Serokatiya Ragihandinê hat parvekirin, Serokomar Erdogan û endamên şûrayê dê saet 11.00an Anitkabîrê ziyaret bikin.
Civîna Şûraya Bilind a Eskerî ku dê li Kuliyeya Serokomariyê were kirin, di saet 12.00an da dê dest pê bike.
Erdogan dê dû ra firavînê bide endamên şûrayê.AA