îro ji ber bihabûna zêr û tiştên din, zewicandina ciwanan gelek zor û zehmet bûye. wekî çar aliyên Tirkiyê li Agiriyê jî kesên rûspî bang li malbatan dikin û dibêjin ku di dema zewicandinê de barê hev û du giran nekin.
Her ku diçe bihayên zêran zêde dibe û pê re jî zewicandin zehmet dibe.
Li hemberî vê bihabûnê jî rîspî bang dikin.
Banga herî dawî ji rîspiyekî Agiriyê hat.
Rîspî Mele Mûsa Demir şîret li malbatan dike û dibêje, barê hev sivik bikin, giran nekin.
Di dema dawetan de hin tiştên beredayî jî tên xwestin û standin.
Mele Mûsa dibêje ku divê li diyaneta mirovan bê nihêrin, ne li malê wan.
Wek tê zanîn dewlet jî bi hisabên cihêzê piştgiriyê dide gelek ciwanên li ber zewacê.