Ji bo şikandina tesîra koronavîrûsê tevdîra herî girîng û bitesîr derneketina ji malê û paqijiya beden e. Ji bo vê jî pispor şîretan didin û dibêjin: "dema hûn di malê de dimînin him li xwarin û vexwarina xwe him jî li paqijiya beden û mala xwe xweş binêrin.”
Ji bo şikandina tesîra koronavîrûsê tevdîra herî girîng, dimaledemayîn e
Her wiha dema meriv li malê dimîne, xwarin û vexarin û paqijiya şexsî û malê jî gelek girîng e. Lewra pispor bi taybetî jî balê dikişînin ser vê meseleyê.
Di pêvajoyeke wisa de rewşa îxtiyar û nexweşên giran jî gelek girîng e.
Ji bo vê jî pispor dibêjin her kes divê li gorî şîretên doktorên xwe hereket bike.
Dema meriv li malê dimîne, ji xeynî xwarin û vexwerinê û paqijiyê spor jî gelek girîng e.
Ji bo vê jî piştî her xwarinê divê însan di mala xwe de li ser piya heta demekê bigere.