Sûrên Birca Belek li Cizreyê ne û beriya 6 hezar salan di dema împaratoriya gutiyan de hatine çêkirin. Xelkê navçeyê dixwaze sûrên dîrokî werin restorekirin.
Sûrên birca belek li navenda Cizreyê ne û 6 hezar sal beriya niha hatine çêkirin.
Sûrên dîrokî di dema împaratoriya Gutiyan de bi keviran hatine çêkirin û ev der wek biryargeh hatiye bikaranîn.
Gelek kuleyên raçavkirinê û 2 heb deriyên wê hene. Ji bo vê yekê cihekî pirr girîng e.
Welatî li bendê ne ev ciyê dîrokî bê restorekirin û ji bo turîzmê were hazirkirin..
Çav li rê ne restorekirina sûrên Birca Belek bi kêrî turîzma herêmê were.