Sîstema eskeriyê ya nû kete rewacê

Qanûna wextê eskeriyê dadixe 6 mehan, pêkanîna eskeriya bi bedel mayînde dike û sîstema eskeriyê ji nû va ava dike di Rojnameya Fermî da hat weşandin û kete rewacê...

Sîstema eskeriyê ya nû kete rewacê

 Qanûna wextê eskeriyê dadixe 6 mehan, pêkanîna eskeriya bi bedel mayînde dike û sîstema eskeriyê ji nû va ava dike di Rojnameya Fermî da hat weşandin û kete rewacê.

Li gor qanûnê ji bo her welatiyên kurîn ên Komara Tirkiyeyê emrê eskeriyê li gor qeydên serjimarê di 1ê rêbendana 20 saliyê da dest pê dike û hetanî 1ê rêbendana 41 saliyê dewam dike.

Li gor vê dema eskeriyê er û erbaşan 6 meh, ji bo serpel û binefserên yêdek jî 12 meh e. Wekî mayîn welatî dikarin xizmeta eskeriyê wekî serbez, binefserê yêdek, erbaş û ertiyê bi cî bînin.

Li gor qanûna hat weşandin dema lazim bike, şer an jî rewşa rageşiyê hebe Serokomarê bikaribe dema eskeriyê hetanî 5 salan dirêj bike.

Yedek astsubay

Di qanûna eskeriyê ya teze da "binefseriya yêdek" jî heye. Namzedên binefseriya yêdek ew ê piştî perwerdeyê wekî "binefserê binçawîş" werin nasîn û eskeriya wekî binefserê yêdek bikin.

Kesên ku pêşlîsansa 2-3 salî xwendine, kesên ji 4 sal û zêdetir lîsans xwendine dikarin bibin binefserê yêdek.

Heke hejmara binefserên yêdek ji hewcedariyê zêdetir derkeve zêdebariya wan ew ê wekî er eskeriya xwe bidomînin. 

Eskeriya bibedel

Li gor hejmara ku Wezareta Parastina Neteweyî eşkere bike kesên dixwazin eskeriya bibedel bikin ew ê pereyê ku li gor wê rojê were hesabkirin bidin, mehekê perwerdeya bingeh a eskeriyê bibînin û xizmeta xwe ya eskeriyê temam bikin.

Dibê beriya herin esker pereyê wezaretê tesbît kiriye pêşin razînin. Dema hejmara kesên dixwazin eskeriya bibedel bikin ji hejmara wezaretê eşkere kiriye zêdetir be jî wê çaxê peşkê were avêtin.

Kesên dest bi eskeriyê kirine, yên baqaya mane, yên bûn yoxlemeya xwe di demê da nekirine û xwe veşartine ew ê ji eskeriya bibedel îstifade nekin.

Eskeriya bidowîz

Welatiyên li dervayê welêt rûdinin an jî cotwelatîbûna wan hene herî kêm 3 salan li dervayê welêt bisekinin ew ê bikaribin ji eskeriyê bi dowîz îtifade bikin.

Li gor qanûna teze kesên neçin yoxlemeyê, baqaya bimînin ji bo her roja qaçax mane heke bi dildarî werin 5 lire heke werin derdestkirin jî ew ê 10 lire ceza bidin.AA

Dîroka nûkirinê: 26 Hezîran 2019, 17:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE