Stargehên terorîstên PKKyî hatin jinavbirin

Li navçeyên Licê, Hezro û Dîcleyê di operasyonên dijî rêxistina terorê PKKyê da stargehên terorîstan û teqemeniyên destçêkirî ku li kêleka rê hatine çalkirin, hatin jinavbirin

Stargehên terorîstên PKKyî hatin jinavbirin

Li navçeyên Licê, Hezro û Dîcleyê di operasyonên dijî rêxistina terorê PKKyê da stargehên terorîstan û teqemeniyên destçêkirî ku li kêleka rê hatine çalkirin, hatin jinavbirin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat ragihandin ku bi destê Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê li navçeyên Licê, Hezro û Dîcleyê, "Operasyona Bayrak-105 Cendirmeyê Şehîd Çawişê Pispor Fatih Efiloglu - 01" ku ji 25ê mijdarê roja yekşemê saet 22.00yan pê va bi beşdariya Tîmên Tevgera Taybet a Cendirmeyan, Tîmên Komandoyên Cendirme, Tîmên Tevgera Taybet ên Polêsan û gundparêzan va dest pê kir, di saet 02.00yan da kuta bû.

Di daxuyaniyê da herwisa hat destnîşankirin ku di operasyonê da çalek û 3 stargehên dagirtî yên zivistanê piştî tesbîtê hatin jinavbirin û herwiha teqemeniyeke destçêkirî ku li rexê rêya Dîcle-Yokuşlayê hatiye çalkirin, bi destê ekîbên pispor hat îmhekirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di hundirê bîdonên jelîkan ên ku ji stargehan derketin da ev alav û hacet hatin bidestxistin:

"3 şarjorên tifinga piyadeyan, panela tavê, 3 cihazên pêxistina teqemeniyê, 3 tûpên mezin, 2 tûpên piçûk, 10 pîl, 3 cilûbergên terorîstan, 2 brandayên mezin û fireh, birek, tevir, tilimê xewê, 2 betanî, çenteyê piştê, 2 kemberên piştê, 3 şal, mont, sola werzişê, sola mekap, tîşort, 3 kîlogram çîkolata, cizdan, çaydan, 2 kîlogram bizmar, 3 kîlogram titûn, gêzî, xalîçe, 10 bîdonên jelîkan ên vala, cur be cur derman û gelek dokumenên rêxistinî."

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, alavên ku wekî delîl dikarin bên emilandin hatin veşartin, yên mayîn jî bi telîmata Serdozgeriya Komarê di cihê xwe da hatin jinavbirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2018, 09:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE