Stenbol navend li 17 bajaran operasyona FETOyê

Di çarçoveya du lêpirsînên cuda yên ku li Stenbolê dijî FETOyê dest pê kirin da li 17 bajaran operasyon hatin kirin û ji 69 gumanbarên ku der heqê wan da biryara binçavkirinê hatiye dayîn 27 gumanbar hatin girtin.

Stenbol navend li 17 bajaran operasyona FETOyê

Di çarçoveya du lêpirsînên cuda yên ku li Stenbolê dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) dest pê kirin da li 17 bajaran operasyon hatin kirin û ji 69 gumanbarên ku der heqê wan da biryara binçavkirinê hatiye dayîn 27 gumanbar hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Buroya Sûcên Teror û Rêxistinî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dimeşîne da der heqê 43 bersûcên ku li gor tesbîtê ByLock bi kar anîne û naveroka axaftina wan hatiye deşîfrekirin da biryara binçavkirinê hat dayîn.

Di lêpirsîneke din a ku Buroya Sûcên Teror û Rêxistinî ya Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ya Stenbolê dimeşîne da jî der heqê 26 kesên ku li gor tesbîtê di şaxa malî ya rêxistina terorê da cih girtine da biryara binçavkirinê hat derxistin.

Ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Sûcên Malî ya Stenbolê li ser vê xebat da destpêkirin û Stenbol wek navend li 17 bajaran du operasyonên cuda kirin û 19 jê bikarhênerê ByLockê, 8 jê endamê şaxa malî bi tevahî 27 gumanbar binçav kirin.

Ji 42 gumanbarên ku der heqê wan da biryara binçavkirinê hatiye dayîn xebat dewam dikin.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 îlon 2018, 17:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE