Îstihdama li Kiziltepeyê

Îsal dê 5 hezar kes bibin xwedî kar...

Îstihdama li Kiziltepeyê

Di çarçoveya seferberiya ji bo îstihdamê de ku ji aliyê Serok Recep Tayyîp Erdogan ve hat destpêkirin, tê payîn ku li qosera mêrdînê îsal 5 hezar kes bibe xwedî kar û bar. Saziyên civaka sivîl jî pişt didin vê seferberiyê.

Serok Recep Tayyîp Erdogan di 25ê Sibatê de seferberiya ji bo îstihdamê dabû destpêkirin.

Li ser vê yekê, li her bajarî di bin banê saziyên ode û borsayan de navendên piştgirî û danasîna vê seferberiyê hatin sazkirin.

Li Qosera navçeya Mêrdînê bi beşdarbûna qeyûm û karsazan civîn hat lidarxistin.

Rayedar û karsazên bajêr hewl didin ku li Qoserê 5 hezar welatiyî bikin xwedî kar û bar.

Ji xebatkaran tê xwestin ku ew perwerdeyên xwe temam bikin û ji bo kar û baran bibin xwedî sertîfîka.

Dîroka nûkirinê: 19 Adar 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE