Îstismara PKKyê ya jin û zarokan

Terorîstên teslîmî hêzên ewlehiyê bûne di îfadeyên xwe da gotin jin û zarokên di nav PKK/KCKya rêxistina terorê da ne rastî destdirêjiyê û îstismara cinsî tên

Îstismara PKKyê ya jin û zarokan

Îfadeyên terorîstên ku teslîmî hêzên ewlehiyê dibin nîşan da ku jin û zarokên di nav refên PKK/KCKya rêxistina terorê da ne rastî destdirêjiyê û îstismara cinsî tên, zarok jî di refên rêxistinê da ji bo şer tên bikaranîn.

Li gor agahiya çavkaniyên ewlehiyê piştî operasyonên serkeftî rêxistinê derbeyeke mezin xwar, gelek qaşo rêvebirên payebilind û endamên rêxistinê hatin kuştin.

Hat tespîtkirin di rêxistinê da gelek jin û zarok rastî destdirêjiyê û îstismara cinsî tên.

Rûyê qirêj ê rêxistinê di îfadeyên terorîstên ku teslîmî hêzên ewlehiyê bûn da derket holê.

Terorîsta jin a bi navê E.A. got terorîstekî tecawizê wê kiriye û ew ducanî maye, rêxistinê zaroka wê hildaye ku li Ewropayê bifroşe.

E.A.yê got piştî van bûyeran ew reviyaye û teslîmî hêzên ewlehiyê bûye.

Terorîstê ku navê wî yê kod "Amed" e got serkirdeyên rêxistinê yên li Qendîlê rêderketî ne, bi taybetî Murat Karayilan û Duran Kalkan miriyên jin û zarokan in ku her kes vê rastiyê dizane û ji wan nefretê dikin.

M.L.G. yê ku di sala 2016an da dema 16 salî bûye beşdarî PKKyê bûye û di sala 2017an da jî teslîmî hêzên ewlehiyê bûye jî got dema ew di kampa Zapê da bûye dest dirêjî wî kirine. M.L.G got dema kesek giliyê van kesan bike rêxistin ji wan ra dibêje ew derewan dikin, sixûr in, buxtanê dikin û wan davêjin girtîgehê.

G.Cyê ku di Îlona 2018an da teslîmî hêzên ewlehiyê bû got terorîstekî dest dirêjî qîzekî kiriye û jê ra gotiye heke ew fîrar bike wê bê kuştin, ew tirsandiye ku qîzik nereve.

- Endamên rêxistinê yên hevzayend hene

Terorîstê bi navê F.T. yê ku di navbera salên 2003-2010an da di nav PKKyê da maye û di sala 2011an da teslîm bûye jî got ew gelek caran şahid bûye ku mêran dest dirêjî mêran kirine.

F.T. got endamên rêxistinê yên ku temenê wan mezin in û bi salan in di nav rêxistinê da ne dest dirêjî xortên nû beşdarî rêxistinê dibin, kirine.

Terorîstekî li Diyarbekirê hat girtin jî got ew bi zorê beşdarî rêxistinê bûye û li Sûriyeyê di kampê da dest dirêjî wî û gelek zarokên din kirine.

Hat tespîtkirin di nav rêxistinê da komeke zarokan ên temenê wan di navbera 9-14an da ne hatiye avakirin, hin qîzên ji vê komê ne rastî destdirêjiyê hatine, yên ducanî mane jî birine nexweşxaneyê û zaroka wan hildane. Hin zarokên ku gelekî li ber xwe ketine û vê rewşê hilnegirtine jî xwe kuştine.

Terorîstekî din jî got rêxistin hişbirê dixe nav xwarin û vexwarina qîzên 13-14 salî û wan hînê hişbirê dike û paşê jî dest dirêjî wan tê kirin.

Terorîst got zarokên ji ber hişbir, destdirêjî û zilmê aciz in tên tirsandin û ji wan ra tê gotin heke ew birêvin wê bên kuştin, lê jê hinek mirinê hildidin ber çavan û ji rêxistinê direvin, heke bên girtin jî tên kuştin.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE