Nûnerên saziyên civata sivîl (STK) ên herêmên rojhilatê ji ber ku terorîstên PKKê li Yuksekovaya navçeya Hekariyê Nurcan Karakayaya jina esker û dergûşa wê Mustafa Bedîrhanê 11 mehî di êrîşa bibombe da şehîd kirin, lenet li terorîstan anîn.
Yekîtiya Saziyên Civata Sivîl ên Rojhilata Anadoluyê ji 117 komele, sendîqa, weqif û cemiyetên Îdir, Erzincan, Qers, Agirî, Elezîz, Mûş, Wan, Bîngol û Bitlîsê pêk tên û navenda wan li Erziromê ye. Kordînatorê Giştî yê Yekîtiyê Hakan Akbaba daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku terorîstên PKKyî li navçeya Yuksekovayê li ser rê teqemenî wek defik danî û di teqînê da Nurcan Karakayaya jina esker û dergûşa wê ya 11 mehî Mustafa Bedirhan tê da mirin.
Akbaba bertek nîşanî bûyerê da û wiha got, "Li Yuksekovayê di êrîşa xayîn ya rêxistina terorê da jina eskerekî me û dergûşa wê ya 11 mehî mirin. Em bi vê xeberê xemgîn bûn. Xwedê rehma xwe li wan bike, serê eqreba û miletê me sax be."
Akbaba diyar kir ku rêxistinên terorê di demên dawîn da gelê sivîl û bi taybetî zarokan dike hedef û got ku ew rêxistinên terorê lenet dikin.
Serokê Platforma Civata Sivîl a Erziromê Mustafa Guvenlî jî wiha got, "Erîşên ku bi nemerdî û xayîntî li dijî merivên nikarin xwe biparêzin, tên kirin, em van êrîşan bi şîdet û nefretê va şermezar dikin. Ev êrîş rûyê rastîn ê terorê dide nîşan. Kujerên dergûşan wê tu carî negihêjin armanca xwe."
Serokê Şaxa Erziromê ya Komeleya Hemû Sanayîkar û Karsazan Cafer Burucu jî got ku ew êrîşê lenet dike.
Burucu wiha got, "Ev êrîşa nemerd cardin rûyê xerab ê bê rêxistina xwînî dide ber çavan. Çi bikin nafîle ye, êdî ev rêxistina xwînî ber bi kutabûnê ye û bira maşeyê wan pir baş bizanibin ku Dewleta Komara Tirkiyeyê wê hesabê vê bipirse û wan caniyan di wê xwîma ku rêtin da bixeniqîne."
- Îdir
Serokê Giştî yê Komeleya Têkoşîna Îdiayên Êrmeniyan ên Bêbingeh a Navneteweyî Goksel Gulbey diyar kir ku li Tirkiyeyê bi salan e pirsgirêka terorê heyeî, lê dinya naxwaze vê bibîne.
Gulbey diyar kir ku PKKya rêxistina terorê piştî operasyonên serkeftî yên demên dawîn nikare bilipite û canîtiyan dike û wiha dewam kir: "Heta dinya ji rêxistinên terorê ra nebêje 'bisekine', îro Tirkiye, sibê wê bibe bela serê Amerîka an jî Ewropayê. Van terorîstan ne ku Nurcan Karakaya û ewladê wê, mirovatî qetil kiriye. Em wek komele terorê lenet dikin. Serê miletê Tirk sax be, Xwedê sebrê bide."
- Qers
Nûnerê Memûr-Sena Qersê Ebubekir Keleş jî lenet li rêxistina terorê û kesên ku bi wan ra ne, anî û wiha dewam kir, "Kesên ku piştgiriyê didin wan jî ez bi şîdet û nefretê va şermezar dikim. Ev bûyer dide nîşan ku rêxistina terorê kujerê dergûşan e."
- Agirî
Serokê Şaxa Agiriyê ya Komeleya Mafên Mirovan û Seba Mezlûman Piştevanî (MAZLUMDER) Yuksel Aslan jî got ku ew lenetê li her cure terorê tînin û dixwazin ku kiryar werin dîtin.
Nûnerê Agiriyê yê Weqfa Alîkariya Însanî ya Maf û Azadiyên Însan (ÎHH) û Serokê Platforma Biratî û Piştevaniyê Kerem Engîn jî got ku ew lenetê li êrîşê tînin.
- Erdexan
Serokê Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Erdexanê Çetîn Demîrcî jî daxuyaniya nivîskî da û bûyer şermezar kir.
Demîrcî got, "Em wek nûnerên alema kar mecbûr in ku hewesa kesên ku dixwazin yekîtiya welatê me xerab bikin, kaosê plan dikin di qirika wan da bihêlin.
- Erzincan
Nûnerê Bajarê Erzinncanê yê Memûr-Senê Nebî Gul jî êrîş û teror lenet kir û got, "Leneta Xwedê li ser wan be. Destê meriv ça diçe kuştina dê û dergûşa wê? Xwedê sebrê bide malbat û hemû Tirkiyeyê. Qehir be PKK, qehir be yên ku çek, pere, hêz, mewqî û aqil didine PKKê."
- Tuncelî
Serokê Bajarê Tunceliyê yê Memûrsenê Bulent Suner jî êrîş şermezar kir. Suner diyar kir ku êdî rêxistina terorê li herêmê di sekeratê da ye û ji ber vê jî êrîşî sivîlan dike.
Suner PKK lenet kir û got ku bi çekê va têkoşîn û çareserî çênabe, divê rêxistina terorê êdî çekê dayne û teslîmî dewletê bibe.
AA