Stokên fistiqan ên li Gaziantepê

Di depoyên fistiqan ên li Gaziantepê de 400 ton fistiq heye

Stokên fistiqan ên li Gaziantepê

Wekî ku tê zanîn bajarê Gaziantepê bi fistiqên xwe bi nav û deng e. Gelo ji ber şewbê rewşa stokên fistiqan çawa ye? Fistiqên heyî têrê Türkiyeyê dikin an na? Hûrgilî di nûçeya me de ne…

Li aliyekî tesîra şewbê…

Li aliyê din jî zivistana ku ku bêberf û baran derbas bû..

Ji ber van herdu sedeman zirar gihaşt çandiniya fistiqên Entabê.

Ev yek wê tesîrê li hilberîn û bihayan jî bike.

Gelo niha rewş çawa ye? Li febrîqe û depoyên fistiqan niha çiqas fistiq heye?

Hilbêrînerên bajarê Entabê derbarê vê rewşê de axivîn.

Li bajêr niha 400 hezar ton fistiq heye.

Ev yek jî ji bo 2 salan têra Türkiyeyê dike.

Bihayê fistiqan jî li gorî cureyên wan diguhere.

Çav li rê ne piştî şewbê firotina fistiqan zêde bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE