Lûtkeya Ragihandinê ya Stratejîk a Navneteweyî (Stratcom Summit '21) ku ji alî Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê va tê organîzekirin îro li Navenda Kongreya Halîçê dest pê kir.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî wê bi vîdeo peyamê beşdarî lûtkeya ku ji çar aliyê dinyayê wê pisporên ragihandina stratejîk biezimîne, bibe.
Di lûtkeyê da nûnerên saziyên dewletê, zanîngeh, sektorên taybet, medya, saziyên navneteweyî û saziyên civakî yên sivîl wê cî bigirin.
Lûtkeya du rojan dewam bike û bi axaftina Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun va dest pê bike û ji 23 welatan 121 axaftvan û ji 3 hezarî zêdetir jî vexwendî bîne bal hev.
Di lûtkeyê da li ser ragihandina stratejîk, dîplomasiya raya giştî, dîplomasiya dijîtal, dezenformasyon, birêvebirina qeyranê, kampanyayên ragihandinê, ragihandina dewletê, medyaya nû, têkiliyên bi gel ra, saloxgeriya eşkere, analîza tora medyaya civakî, metaverse, netewe marqekirin, daneyên bazarê, trendên teknolojiya ragihandina nû, bazara stratejîk, budçeyên medyayê, tesîra algorîtmayan a li ser jiyana mirovan, lêkolînên raya giştî û ragihandina siyasî gotubêj wê bên kirin.AA