Sur haziriya turîzmê dike

Li navçeya dîrokî mêvan wê di otelên bûtîk de werin ezimandin

Sur haziriya turîzmê dike

Navçeya Sûrê ya Amedê piştî bûyerên terorî ji nû ve tê avakirin û ji bo tûrizmê tê xemilandin. Seba turîstên xwecih û biyanî, li gor mîmarîya diyarbekirê 10 otelên bûtîk tên çêkirin.

Li Sûra navçeya Diyarbekirê turîst û mêvan wê li otelên bûtîk werin ezimandin.

Taxên Cewatpaşa, Dabanoglu, Fatihpaşa, Hasirli, Savaş û Cemal Yilmazê 4 sal berê ji ber sîyaseta xendeqan xera bûn.

6 mehleyên Sûrê ku xera bûn, bi destê dewletê tên avakirin.

TOKÎ li gorî xaniyên berê yên Amedê 1500 avahî û kargehan çêdike. Ji aliyekî va jî restorasyon didome.

Navçeya tarixî piştî xebatên taybet wê bibe navenda tûrîzma bajêr.

Ji bo tûristên xwecih û biyanî 10 otelên bûtîk tên avakirin.

Otêl wê 2 qatî bin, 268 cih û nivîn wê tê da hebin. Li gorî planê heya dawiya salê înşeata otêlan wê biqede.

Piştî ku temam bûn wê otêlan dewrî dezgehan bikin da ku tê da turîst werin ezimandin.

Qaymeqamê Sûrê Abdullah Çîftçî got ku em ji bo avakirinê dişixulin.

Qeymeqam Abdullah Çiftçi: Li Sûrê înşeata 10 otêlan dewam dike. Hemû proje li gorî mimarîya Diyarbekirê dê were avakirin. Ji van otêlan di ya herî piçûk da 16, di ya herî mezin da 56 cih û nivîn wê hebin. 2 otêl xilas bûn. Heger ev xebat dawîya salê biqedin Sûr wê bala dinyayê bikşîne, gelek kes wê bixwazin ku bên navçeya qedîm bibînin.

Dîroka nûkirinê: 21 Hezîran 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE