Navçeya Sûrê 3 sal berê ji aliyê rêxistina terorî Pkkê ve hat wêrankirin. Bajarê qedîm bi destê dewletê ji nû ve tê avakirin û geşkirin. Ji bo mexdûrên terorê li gor mîmariya Diyarbekirê xaniyên nû hatin çêkirin.
Navçeya Sûra Diyarbekirê di dîroka hersê dînên semawî de cihekî gelek girîng digire.
Endamên rêxistina terorî PKKê 3 sal berê bi siyaseta xendeqan bajarê qedîm serobino kirin.
Ji ber êrîşên terorê li 6 taxan qedera 4 hezar avahî xira bûn û bi hezaran welatî koçber bûn.
Piştî aramî û ewlehiyê ji bo avakirina Sûrê hikûmetê dest bi projeyên îhya û înşayê kir.
Enqaz û şopên terorîstan hatin paqijkirin û xebatin binesaziyê hatin temamkirin.
Xaniyên xerabûyî, kuçeyên wêrankirî di demeke kurt de ji nû ve hatin înşakirin.
Li navçeya qedîm çêkirina hezar û 500 avahiyî dewam dike.
Çêkirina 44 avahiyan û rêya li dora sûrên dîrokî temam bû.
Taybetmendiya xaniyên Amedê hewşên wan in. Hema hema hemû deriyên odeyan bi hewşê de vedibin.