Surprîza ji bo simîtfiroş

Rojbûna zarokê 13 salî pîroz kirin û bisiklêt diyarî wî kirin

Surprîza ji bo simîtfiroş

Li Siirtê komek hevalan ji bo zarokê 13 salî surprîzek kirin. Berat Elî ji bo ji xwe re bisiklêt bikire simîtan difrot. Koma hevalan kostumên palyaço û mîkî maûs li xwe kirin, simîtên Berat Elî firotin. Dû re rojbûna wî pîroz kirin û bisiklêt diyarî wî kirin.

Yek bû palyaço, yê din bû MÎKÎ MAÛS...

Tepsiya simîtan ya Berat Elî girtin û dest bi firotina simîdan kirin.

Kêm zêde simît hatin firotin.

Li aliyê din jî ji bo Berat Elî surprîza pîrozbahiya rojbûna wî dihat amadekirin.

Rojbûna wî hat pîrozkirin û dû re bisiklêt diarî wî kirin.

Berat Eliyê ku simît difrot, ji vê yekê gelek kêfxweş bû.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE