"Tê payîn ku di 6 mehan da 50 milyon doz aşiya Sputnîk-Vyê bê teslîmkirin"

Wezîrê Tenduristiyê Koca got tê payîn ku di 6 mehan da 50 milyon doz aşiya Sputnîk-Vyê ku di têkoşîna dijî şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da destûra lêxistina wê hat dayîn bê teslîmkirin û sewqiyata ewil vê mehê çêbe.

"Tê payîn ku di 6 mehan da 50 milyon doz aşiya Sputnîk-Vyê bê teslîmkirin"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca piştî Civîna Nirxandina Bajêr a Antalyayê daxuyanî dan û got welatî gelekî guh didin tevdîrên şidiyayî yên di çarçoveya Kovîd-19ê da ji vê rewşê gelekî kêfxweş bûn. 

Koca diyar kir ku lijneya zanistê biryar da ku ji bo aşiya BîNTechê maweya lêxistina di navbera 2 dozan da ji 28 rojan derxînin 6-8 hefteyê û tê dîtin ku ev biryar şaş hatiye fehmkirin û got ku "Berê her tiştê ev biryar xwe dispêre rastiyên zanistî û delîlên bebriçav û wisa hatiye hildan."

Koca destnîşan kir ku destûr dan emilandina acîl a aşiya Sputnîk Vyê û wiha axivî: 

"Di demek herî kurt da ev aşî jî dê li welêt bê lêxistin. Di 6 mehan da 50 milyon doz aşiya Sputnîk-Vyê ku di têkoşîna dijî şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da destûra lêxistina wê hat dayîn bê teslîmkirin û sewqiyata ewil vê mehê çêbe. Di nav hefteyekî 10 rojan da dê diyar bibe ka dê çiqas aşî bên. Piştî hezîranê dê bêtir aşî bên. Em biryardar in ku di hezîranê da herî kêm welatiyên me yên ji 40 salî mezintir aşî bikin. Em hewl didin ku havînê jî herkesên ji 18 salî mezintri bên aşîkirin."

Koca der barê aşîya BîNTechê da agahî dan û got ku "Aşiya BîNTechê heta dawiya hezîraê dê wek 30 milyon doz teslîmê welatê me bikin. Bi awayekî manend aşiya Sînovacê jî dê bi geşedanên erênî yên ku di tedarikê da çêbûn va di nêz da wekî hatiye plankirin bê sewqkirin."

Varyanta Hindistanê

Koca ragihand tê plankirin ku 50 milyon doz aşiya Sputnîk-Vyê di nav 6 mehan da bê Tirkiyeyê û ji serê gulanê pê va sewqiyata ewil dê bê. 

Koca got ku dê di nav hefteyî 10 rojan da mijara ka dê aşî li gor kîjan teqwîmê bê diyar bibe, av agahî jî dê bi raya giştî ra bê parvekirin. 

Wezîr Koca li se pirsa li Tirkiyeyê vîrusên mutasyon di çi rewşê da ne got ku piranî varyanta Îngilîz tê dîtin û 5 nexweşên varyanta Hinditsanê hene û ew jî di bin çavdêriyê da ne. 

Wezîr Koca got ku "Nêzî 23 milyonî doz aşî hat kirin. Wekî din 6 milyon dozên din aşiya me heye". 

Koca behs kir ku hevdîtinên der barê aşiya BîoNTechê da didomin û wiha axivî: 

"Min duh dîsa bi Ugur Xoce ra hevdîtin kir, di nav meha gulanê da milyonek doz aşî dê bên, di nav meha hezîranê da 30 milyon doz aşî dê bên û ji bo vê pirsgirêk tune, bi taybetî Ugur Xoce hewl dide ku ev jimara zêde bibe. Em ê hefteya bê roja sêşem yan jî çarşemê vê mijarê zelal bikin. Ji bo BîoNTechê berê peymana 30 milyon dozî hebû. Em di heyama nû da peymanê ji 30 milyon dozî derdixînin 90 milyon dozî. Em hewl didin ku ev 90 milyon doz berî havînê bên."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE