Tê payîn îsal li Malatyayê 20 hezar ton qeysî bê îxrackirin

Ji bajarê niha berhevkirina qeysiyan lê dewam dike awayek pakêtkirî welatên Ewropayê di serî da ji çar aliyê dinyayê ra qeysî tên şandin.

Tê payîn îsal li Malatyayê 20 hezar ton qeysî bê îxrackirin

Ji çar aliyê dinyayê ra qeysiyên hişkirî bi piranî ji Malatyayê tên temînkirin û li bajêr niha jî berhevkirina qeysiyan dest pê kiriye û bi pakêtan ji welatên Ewropa û çar aliyê dinyayê ra tên şandin.

Li seranserê Tirkiyeyê nêzî 22 milyon darên qeysiyan hene û ji wan nêzî 9 milyonî li bajarê Malatyayê ne.

Qeysiya Malatyayê ku jê ra mişmiş jî tê gotin û ji alî Yekîtiya Ewropayê (YE) jî bi nîşaneya erdnîgariyê ya Tirkiyeyê va hatiye pesendkirin ber bi derva va tê îxrackirin.

Qeysiyên ji alî maleyan va bi zor û zehmetî tên berhevkirin li tesîsên herêmê ji hev tên cihêkirin û gotî mezinahiya xwe tên pakêtkirin û di embarên sar da tên bicîkirin.

Serokê Borseya Bazirganiya Malatyayê Ramazan Ozcan got ku qeysiyên li herêmê tên berhevkirin li tesîsên herêma pîşesaziya organîze bo îxrackirinê tên amadekirin û wiha domand: "Qeysiyên me yên li vê derê tên berhevkirin ji bo li markêtên dervayî welêt bi rihetî bên firotin tên amadekirin. Me sewqiyata ewil şand û bi taybetî jî li Almanyayê niha firotina qeysiyên me dest pê kir."

Ozcan destnîşan kir ku ew hêvî dikin îsal bi bergîdana 20 tonî qeysî bê berhevkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE