Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi navber baranê bibare.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê, li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be, car caran şiliyê bibare.
Li herêmê hewayê wekî ya demsalê be, bayê ji aliyê bakur ra rabe û car caran jî guj bibe.
Bi şev germahiya hewayê li Agriyê sifir, li Karsê 1, li Ardahanê 2, li Erzurumê 3, li Tunceliyê 6, li Igdir û Erzincanê jî 7 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Igdir 18, li Erzincanê 14, li Tuncelî û Ardahanê 11, li Agri û Karsê 10, li Erzurumê 9 pile be.