Li Türkiyeyê di 8ê Sibatê de 139 hezar û 378 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 8 hezar û 103 kes pozîtîf derketin, hejmara pêketiyan gihişt 2 milyon û 539 hezar 559an.
Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.
Li gorî daneyên rojane îro 139 hezar û 378 test hatin kirin, testa 8 hezar û 103 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 30 milyon û 755 hezar û 784an.
Îro 103 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 26 hezar û 900î.
Nexweşên giran bûn 1310, 8 hezar û 567 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 449 hezar û 273yan.
Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,7 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 47,5 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 59,7 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 29,5 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 7 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.
AA