Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 130 hezar û 313 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 7 hezar û 590 kes pozîtîf derketin, hejmara pêketiyan gihişt 2 milyon û 564 hezar 427an.
Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.
Li gorî daneyên rojane îro 130 hezar û 313 test hatin kirin, testa 7 hezar û 590 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 31 milyon û 159 hezar û 676an.
Îro 94 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 27 hezar û 187an.
Nexweşên giran bûn 1256, 7 hezar û 811 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 453 hezar û 96an.
Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,7 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 47,5 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 59,7 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 29,5 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 7 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.AA