Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Türkiyeyê

Li Türkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 7 hezar û 901 kesî pozîtîf derket, 110 kes mirin

Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Türkiyeyê

Li Türkiyeyê di 5ê Sibatê da 142 hezar û 538 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa Kovîd-19ê ya 7 hezar û 901 kesî pozîtîf derket, 110 kes mirin, tedawî yan jî karantînaya Kovîd-19ê ya 8 hezar û 217 kesan xilas bû û jimara başbûyiyan derket 2 milyon û 404 hezar û 416 kesan.

Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Türkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin.

Li gor vê di 5ê Sibatê da 142 hezar û 538 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 7 hezar û 901 kesî pozîtîf derket, 110 kes mirin. Jimara nexweşan wek 620 hat eşkerekirin.

di 5ê Sibatê da tedawî yan jî karantînaya 8 hezar û 217 kesan temam bû û jimara başbûyiyan derket 2 milyon û 404 hezar û 416an.

Jimara testan derket 30 milyon û 349 hezar û 42yan. Jimara waqieyan derket 2 milyon û 516 hezar û 889an, jimara miriyan derket 26 hezar û 577an û jimara nexweşên giran bû 1423.

Li gor daneyên heftane vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 4,9 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 45,4 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 59, 1e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 27,1 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 6 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE