Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Türkiyeyê

Li Türkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 10 hezar û 174 kesan pozîtîf derket, 223 kes mirin

Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Türkiyeyê

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 206 hezar û 836 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 10 hezar û 174 kes pozîtîf derketin, 223 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 206 hezar û 836 test hatin kirin, testa 10 hezar û 174 kesan pozîtîf derket, 223 kesan canê xwe ji dest da, hejmara nexweşan bû 923.

Hejmara nexweşên giran bû 2 hezar û 326. Di 24 saetên dawîn de 134 hezar û 864 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 4 milyon 961 hezar û 120.

Hejmara testan gihişt 51 milyon û 76 hezar û 732, hejmara pêketiyan bû 5 milyon û 127 hezar û 548, hejmara miriyan bû 44 hezar û 983.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,2 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 45,5 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 62.5 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 30,7 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE