Talûkeya medyeya civakî û teknolojiyê

“Parvekirinên ne baş ên li ser medyaya civakî derûniya gel xera dike”

Talûkeya medyeya civakî û teknolojiyê

Bi teknolojiyê re jiyana gel rihettir bû, lê belê ev hêsanî dilê mirovan bextiyar û xweş nake. Lewra alema medyaya civakî bi dezenformasyon û parvekirinên nerast psîkolojiya gel xera dike.

Bi dewra dijîtal re gel wextê xwe zêdetir li ser platformên dijîtal derbas dike.

Mezin-biçûk di destê hemû kesan da telefonên biaqil û tablet hene.

Di nav civakê de herî zêde: twitter,instagram, facebook, youtube û whatsapp tê bikaranîn.

Derûnasê Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê Abdullah Atli got platformên dijîtal exlaqê civakê xera dike.

Bandora medyaya civakî li ser gel pir zêde ye. Heke mirov bi tiştên xerab re mijûl bibe nebaşiya medya civakî ji başiyê wê bêhtir e.

Derûnas Atli dibêje medyaya civakî alemeke bêkontrol e ji ber vê yekê bila dê û bav heta 18 salî ji zarokên xwe re têlefonên biaqil nestînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE