Wekî ku tê zanîn taştêya Vanê gelekî bi nav û deng e. Zanîngeha Yüzüncü Yilê û Midûriyeta Çand û Tûrîzmê ya Vanê, ji bo taştêya wanê bikeve lîsteya mîratan a UNESCO’yê serî li wezareta çand û turîzmê dan.
Penîrê sîrik, rûnê malê, hingivê xwezayî yê Vanê, mirtoxe, hêk û zêdetirî 20 xurekên herêmî..
Wekî ku tê zanîn taştêya Wanê gelekî bi nav û deng e.
Di vê çarçoveyê de Zanîngeha Yuzuncu Yilê û Midûriyeta Çand û Tûrîzmê ya bajêr ji bo vê çandê hewlên mezin didin.
Ji bo ku taştêya Vanê bikeve Lîsteya Mîrateyên Çanda Mirovahiyê ya UNESCO’yê serî li Wezareta Çand û Turîzmê dan.
Di sala 2014an de li Vanê, bi beşdariya 51 hezar û 793 kesan rekora taştêya herî mezin a cihanê hatibû bidestxistin.
Midûrê Çand û Tûrîzmê yê bajêr Muzaffer Aktûğ, derbarê vê de hin agahî dan.
Midûrê Çand Û Turîzmê Muzaffer Aktuğ: Armanca me bi tenê ne taştê ye, em herî zêde dixwazin çanda taştê ya Vanê bidin nasîn û vê çandê bixin nav lîsteya mîratan a UNESCO’yê. Me merheleyên xurekên ku di taştêya Vanê de tên xwarin hemû dîmenên wan kişandin da ku meriv fehm bike ev bi çi zahmetiyê tê ser sofreyê. Niha me xebatên xwe qedandin û me şandin Wezaretê.