Serokomarê Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur Ersîn Tatar: "Heta wekhevî tunebe û statuyeke wekhev neyê naskirin wateya wê tuneye ku em bi şertên berê li ser maseyê rûnin û dest bi hevdîtinên fermî bikin."
Tatar û Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu piştî konferansa li ser Qibrîsê ku bêyî fermî di formata 5+1ê da bi beşdariya Türkiye, Yewnanistan û Îngilistana dewletên garantor û terefên Qibrîsê di serkêşiya Neteweyên Yekbûyî (NY) da li Cenevreyê hat çêkirin daxuyanî dan.
Serokomarê Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur Tatar diyar kir armanca Terefê Rûman ew e ku Komara Qibrîsê bidome û bi guherîna destûra bingehîn Tirkên Qibrîsê pê va bên pînekirin.
Ersîn Tatar got ku heta wekhevî tunebe û statuyeke wekhev neyê naskirin wateya wê tuneye ku em bi şertên berê li ser maseyê rûnin û dest bi hevdîtinên fermî bikin.AA