Tatîla Cejna Remezanê bû 9 roj

Li gorî daxuyaniya ji Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, ji aliyê Serokomariyê ve derbarê tatîla Cejna Remezanê ji bo hemî sazî û dezgehê kamûyê nivîsa îzna îdarî hat şandin.

Tatîla Cejna Remezanê bû 9 roj

Ji aliyê Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve hat ragihandin ku bi boneya Cejna Remezanê hemî karmendên kamûyê 3yê hezîranê roja duşembê nîv roj, 7ê hezîranê roja înê jî rojeke timam îzna îdarî tên hesêb.

Li gorî daxuyaniya ji Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, ji aliyê Serokomariyê ve derbarê tatîla Cejna Remezanê ji bo hemî sazî û dezgehê kamûyê nivîsa îzna îdarî hat şandin.

Di nivîsa îzna îdarî de hat bibîrxistin ku tatîla Cejna Remezanê 3yê hezîranê roja yekşemê seat 13.00ê destpê dike û 6ê hezîranê roja pêncşembê diqede û wiha hat gotin:

"Pêdivê rêveberên saziyan tedbîrê bistînin, ji bo karên mecbûrî bên meşandin û xizmet neyên awiqandin bi qeyda ku di asta esxerî de personel bên şixulandin, hemî karmendên kamûyê 3yê hezîranê roja duşembê nîv roj, 7ê hezîranê roja înê jî rojeke timam îzna îdarî tên hesêb. Ev ji aliyê Cenabê Serokomarê me ve munasib hat dîtin."

Hat ragihandin ku di pêvajoya îzna îdarî de dê ucreteke zêde ji wezîfedaran re neyê dayîn lêbelê îznên îdarî yên ku neyên bikaranîn, dema guncav were dîtin dê demeke din bên bikaranîn.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Nîsan 2019, 15:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE