Taviyê li Ardahan û Karsê tesîreke neyinî li ser jiyanê kir

Ji ber şiliya ji nişka va li Kolana Kongre û Kazim Karabekir av kom bû û hin ajokaran zehmetî kişandin, welatiyan tengasî kişand.

Taviyê li Ardahan û Karsê tesîreke neyinî li ser jiyanê kir

Barana gur a ku li Ardahan û Karsê barî bû sedem ku welatî zehmetiyê bikşînin.

Li Ardahanê taviya ku nîvropaş dest pê kir paşê tesîra xwe zêde kir.

Ji ber şiliya ji nişka va li Kolana Kongre û Kazim Karabekir av kom bû û hin ajokaran zehmetî kişandin, welatiyan tengasî kişand.

Ji welatiyan Hakan Aktaş got ku bi taybetî hefteya dawîn şilî li navenda bajêr tesîreke neyinî li ser jiyanê dike.

Kars

Li Karsê jî taviyê tesîreke neyinî li ser jiyanê kir. 

Ji ber taviya ku  ji nişka va dest pê kir li hin kolan û kuçeyan av kom bû. 

Welatiyên ku nişka va man bin baranê da xwe sipartin kargehan û bin banan.

Midûrê Bajêr ê Karsê ê AFADê Oktay Aygan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku divê welatî hember tavî û lehiyê baldar bin.

Aygan bi taybetî hişyarî da welatiyên ku li kêleka çem xaniyên wan hene û got ku "Di rewşeke xeterbak a muhtemel da em dixwazin ku xeberê bidin ekîbên me. Em hember neyiniyan hesas in."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE