Tax bi tax digerin û kal û pîran aşî dikin

Li Wanê xebatkarên tenduristiyê tax bi tax digerin û kal û pîran aşî dikin

Tax bi tax digerin û kal û pîran aşî dikin

 Li Wanê ekîbên ku di çarçoveya têkoşîna li hemberî Kovîd-19ê da hatin avakirin li taxên herêmên der dorê digerin û kal û pîrên nikarin randevuya aşiyê hildin tespît dikin û wan aşî dikin.

Ekîba di bin banê Naxweşxaneya Dewletê ya Ozalpê da hat avakirin bi navbeynkariya mixtaran kal û pîrên ku emrê wan ji ser 65an ra ne û nikarin ji bo aşiyê randevuyê hildin, tespît dikin.

Wezîfedarên tenduristiyê mal bi mal digerin û ji aliyekî va aşiya kal û pîran dikin û ji aliyekî va jî wan kontrol dikin.

Ji ekîba tenduristiyê Doxtor Buket Durmazê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew diçin malên kal û pîrên emrê wan ji ser 65an ra ne û aşiya Kovîd-19ê li wan dixin.

Durmazê destnîşan kir ku ew ji bo xizmeta welatiyan bikin hewl didin û wiha domand: "Em dixwazin milet ji şewbê dûr bikeve. Em kal û pîrên xwe yên li taxên dor û berên navendan dijîn bi tenê nahêlin û aşiya wan a Kovîd-19ê dikin."

Mixtarê Taxa Gultepeyê Ahmet Şakar diyar kir ku xebatkarên tenduristiyê fedakariyeke mezin dikin û heta taxên herî dûr diçin û xizmetê dikin.

Şakar ragihand ku di pêvajoya şewbê da xizmeta tenduristiyê ya li malê hê zêdetir pêşket û ji ber vê jî ji xebatkarên tenduristiyê ra spas kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE