Li Exîla navçeya Diyarbekirê duh devên Bendava Dîcleyê ji ber ava zêde şikestibûnû û jê firîbûn.
Li navçeya Bismilê ji ber rîska bilindbûna avê tax û gundên li rexê Çemê Dîcleyê tên valakirin.
Li gor agahiyan, duh avarê ji 3 devên Bendava Dîcleyê yekê wê ber ava bitazîk teqiyabû û jê derketibû. Piştî bûyerê ava li Çêmê Dîcleyê bilind bû.
Qaymeqamtiya Bismilê piştî bûyerê ji bo valakirina hin gund û taxên ku li rexê Çemê Dîcleyê ferman derxist.
Li ser vê cendermeyan dest bi xebatê kir û gundên li rexê çem vala kirin. Tîmên polês û şaredariyê jî li taxa Dîcle û Feratê ji bo welatî derkevin ciyên bilind anons kir.
Hin welatiyan jî tiştên xwe yên biqîmet dan cem xwe û çûn gundên eqrebayên xwe yên li ciyên bilind.
AA