Taxa Bedîuzzamanê

Şaredariya Tuşbaya Vanê bi merasîmekê Taxa Bedîuzamanê vekir

Taxa Bedîuzzamanê

Li Tuşbaya Wanê xizmetên Şaredariyê dewam dikin. Şaredariyê bi navê Bedîuzaman Seîd Nursî taxek vekir. Di merasîma vekirinê de Alîkarê Serokê Gitî yê Ak Partiyê Cevdet Yilmaz jî hebû.

Xizmetên Şaredariya Tuşbaya Wanê bênavber dewam dikin.

Şaredariyê, li taxeke navçeyê xebatên berfirehkirin û ronikirinê qedand û bi merasîmekê vekir.

Ligel rayedarên bajêr Alîkarê Serokê Giştî yê Ak Partiyê Cevdet Yılmaz jî beşdarî merasîma vekirinê bû.

Alîkarê Serokê Giştî yê Ak Partiyê Cevdet Yilmaz got;

”Beriya vê jî ji bo xizmetê gelek pere ji şaredariyên herêmê re histin. Lê şaredariyan xizmet nekirin. Pişt re qeyum hatin tayînkirin. Li herêmê bi destê qeyuman gelek xizmet hatin kirin.”

Taxa Bedîuzzaman bi diayan hat vekirin. Her wiha di merasîmê de êrîşa li Zelanya Nû jî hat şermezarkirin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE