Lîseya Îmam Xetîbê ya Midyadê, ji bo ku bala xwendekaran bikşîne ser kîtaban, Taxa Edebiyatê û kafeya pirtûkan vekir. Li ser dîwaran wenê hatin çêkirin û şîîr hatin nivîsandin. Zarok di kafeyê de pirtûkan dixwînin.
Li Midyada Mêrdînê, mamosteyên Lîseya Îmam Xetîbê bi çalakîyekê piştgirî da perwerdeyê.
Mamosteyan li ser dîwarekî mektebê resim xêz kirin, şîîr û gotinên edebî nivîsandin. Ew der kirin Taxa Edebiyatê.
Ligel Taxa Edebiyatê kafeya pirtûkan jî hat çêkirin. Ji bo vekirina cihê edebiyatê merasîm hat lidarxistin.
Xwendekar bi vê xebatê pir kêfxweş bûn. Ew dikarin herin kafeyê û kîtaban bixwînin.
Mamosteyan xwest bi vî awayî bala telebeyan bikşîne ser xwendin û edebiyatê.
Gfdee